Li Kerkûkê 2 çekdarên DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Polîsê federal ê Iraqê bi operasyonekê du çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li sînorê Kerkûkê desteser kirin.
Berpirsê ragihandina polîsê federal ê Iraqê Elî Mihemed ragihand ku îro 29ê Tîrmehê di encama operasyoneke hêzên polîsê federal ê Iraqê de li sînorê Kerkûkê, li ser bingeha zanyariyên îstixbaratê du çekdarên DAIŞê yên bi navên Î.M.N. û B.S.M hatin girtin.
Herwiha hat diyarkirin ku li ser wan çekdarên DAIŞê li gorî madeya 4 a terorê ji aliyê dadgeha Iraqê ve, biryara lêgerîn û girtina wan hebû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin