Artêsa Iraqê ji bo astengkirina YBSê hêz sand Singalê

22 March 2019 19:12 0 dîtin
Artêsa Iraqê ji bo astengkirina YBSê hêz sand Singalê

PeyamaKurd - Li gor çavkaniyê medya Kurdistanê artêşa Iraqê îro tevî tankan hêzeke teqwiye ber bi nehiya Sinûn a Şingalê ve bi rê kir.

Hat zanîn ku artêşa Iraqê ew hêza teqwiye ji bo kontrolkirina herêma Um Deyban a navbera sînorê Iraq-Sûriyê şandiye herêmê.

Çavkaniyên artêya Iraqê ragihandin ku mebest bi şandina wê hêzê ew e ku hebûna Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku girêdayî PKKê ne asteng bikin û hêza Iraqê li gor yasayan li wê herêmê bicih dibe.

Hêjayî bîrxistinê ye hefteya borî li devera Şingalê di navbera hêzên Iraqê û YBŞê de pevçûn qewimî bûn.