Çekdarên Lahor Cengî li Pirdê serê Pêsmerge kirine!

17 October 2018 22:06 0 dîtin
Çekdarên Lahor Cengî li Pirdê serê Pêsmerge kirine!

PeyamaKurd - Hat zanîn ku çekdarên berpirsê îstixbarata YNKê Lahor Cengî, ku yek ji endamên koma xiyaneta 16 Cotmehê ye, li devera Pirdê ya Kerkûkê li dijî hêzên Pêşmerge şer kirine!
 
Di yekemîn salvegera dagîrkirina Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanî ji aliyê Heşda Şebî de agahiyeke balkêş hat bidestxistin.

Piştî ku Kerkûk hat dagîrkirin, Heşda Şebî û neyarên Kurdistanê çavên xwe berdan Hewlêra paytext jî lê li devera Pirdê ya Kerkûkê rastî berxwedaneka bihêz ya Pêşmerge hatin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ku ji çend çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistiye, di şerê Pirdê de ji bilî çeteyên Îranî û Heşda Şebî, çekdarên Lahor Cengî jî beşdar bibûn û li dijî pêşmergeyên Kurdistanê şer dikirin!

Li gorî wan çavkanî û jêderan, çekdarên Lahûr li aliyekî şer dikirin li aliyê din jî agahî li ser çeper û çekên Pêşmerge didan aliyê beramber.

Tê gotin ku çend çekdarên Lahor di şerê Pirdê de birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, pilana koma xiyaneta 16 Cotmehê ew bû ku eger Heşda Şebî di şerê Pirdê de bi ser bikeve ji hêla Dêgele û Hîranê ve êrişî Hewlêrê bikin!