Çekdarên PKKê teqe li xaleke hêzên Pêsmerge kirin

26 October 2021 10:01 0 dîtin
Çekdarên PKKê teqe li xaleke hêzên Pêsmerge kirin

PeyamaKurd – Çekdarên PKKê, do êvarî li sînorê navçeya Amêdiyê teqe li xaleke hêzên Pêşmerge kirin.

Li gor çavkaniyeke serbazî li navçeya Amêdiyê diyar kiriye; vê êvarê çekdarên PKKê li gundê Sergelê yê nêzîkî sînorê navçeya Amêdiyê, teqe li xaleke hêzên Pêşmergeyê Zêrevanî kirin.

Heman çavkaniyê daye zanîn, heta 10 xulekan teqekirin berdewam bû û di encama êrîşê de ji bilî zerarên maddî, ziyan negihiştiye canê ti kesî û Pêşmerge bi selamet in, herwiha gotiye: “Pêşmerge bersiva êrîşa PKKê neda.”

Çendîn car çekdarên PKKê li deverên cuda cuda yên Kurdistanê, bi taybetî jî li sînorê navçeya Amêdiyê, bêyî ti hincetek hebe, êrîş dikin ser hêzên Pêşmerge û heta niha çendîn Pêşmerge şehîd û birîndar bûne.

Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê, li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi sedan gund vala bûne û bi hezaran malbat jî aware bûne.