Cenazê Mîr Perwer wê li Mûsê bê definkirin
PeyamaKurd – Hunermend Mîr Perwer ê ku li Parîsê di êrîşa ser navenda Ahmet Kaya da jiyana xwe ji dest dabû, wê cenazê wî ji Parîsê bibin Bakûrê Kurdistanê li bajarê Mûşê defin bikin. Mala taziyê ji bo Mîr Perwer (Mehmet Çirin Aydın) li Mûşê hat amadekirin.
Îro ji sibê de ji bajarê Mûşê û Bedlîsê gelek kesên nas û dost seredana malbata Perwer kirine, jê re sersaxiyê xwestine. Li gor ragihandina malbatê; wê cenazê Perwer li bajarê Mûşê bispêrin axê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin