Li dibistanên parêzgehên Bedlîs û Mûsê perwerde hat rawestandin

23 March 2022 13:30 0 dîtin
Li dibistanên parêzgehên Bedlîs û Mûsê perwerde hat rawestandin

PeyamaKurd Li dibistanên parêzgehên Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, îro ji ber rewşa hewayê, rojekê navber dan perwerdehiyê.

Li gor Parêzgariya Bedlîsê diyar kir, ji ber berfa berdewam dibare, îro Çarşemê 23ê Adarê li navenda bajêr û gundên ser bi bajêr, perwerde hat rawestandin.

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê jî ji ber berfê îro Çarşemê 23ê Adarê perwerdeya bi veguhestinê tê kirin hat rawestandin.

Herwiha parêzgeha Mûşê diyar kir, karmendên hikumî yên kêmendam û ducanî wek mohlet bên qebûlkirin û neçin ser kar.