Parêzgehên Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûs, Adana, Sêrt û Batmanê jî çalakiyan qedexe kirin
PeyamaKurd – Piştî dosya Kobaniyê bi dawî bû û cezayên giran dan Selahattin Demirtaş, Ahmet Türk û Figen Demirdağê, parêzgehên Kurdistanê weka ji navenda Ankara biryar dabin, li bajarên Amedê, Mêrdîn, Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûş, Adana, Sêrt û Batmanê çalakiyan qedexe kirin.
Dibe nav li van bajaran zêde bibin û hindik maye li temamê bajarên Kurdistanê qedexeya çalakiyan ragihînin. Dewlet ditirse ku xelk rabe piya û xwepêşandanan li hemberê dewletê û darazê bike.
Li bajarên navborî temamê çalakiyan hatin qedexekirin û her çalakîkî bê kirin, divê îzna çalakiyê ji parêzgehê û hêzên asayîşa bajaran bigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin