Li Wan, Qers û Dêrsimê berf barî

31 March 2025 14:30 0 dîtin
Li Wan, Qers û Dêrsimê berf barî

PeyamaKurd – Îro bi taybetî li cihên bilind li navçeya Qamîşan (Sarikamiş) a Qersê, li Pilûr (Ovacık) û Pûlûmûra Dêrsimê û li navçeya Elbakê ya Wanê berf barî.

Di saetên sibê de li navenda navçeya Qamişanê şilope û li deverên bilind jî berf barî.

Barîna ku bi şev li navçeyên Pilûr û Pilumûr ên Dêrsimê bi bandor bû, ber bi sibehê ve li cihên bilind veguherî berfê.

Bi barîna berfê re lûtkeyên 3 hezar metre bilind ên navçeyan çiyayên Mûnzûr, Mercan nêzî van navçeyan ji berfê spî bûn.

Berf li navçeya Elbakê Wanê jî barî. Bi şev germahiya hewayê daket bin normên demsalî.

Ji ber barîna berfê navenda navçeyê spî bû. Welatiyên ku roja din bi berfê şiyar bûn, berfa ji ser wesayîtên xwe paqij kirin.