Li parêzgehên Xarpêt û Dêrsimê agir bi daristanan ket
PeyamaKurd – Li parêzgehên Xarpêt û Dêrsim yên Bakurê Kurdistanê, agir bi daristanan ket.
Li gor zanyariyan, li navçeya Kebanê ya ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ve, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket.
Hat ragihandin ku li gundê Karkidê yê Kebanê, îro 21ê Tebaxê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket û li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, cendirme û tîmên Saziya Herêmê ya Daristanê û AFADê şandin cihê bûyerê.
Herwiha di encama xebatên tîman de, agir hat vemirandin. Hat ragihandin ku 20 donim daristan şewitiye.
Li navçeya Mazgêrdê ya ser bi parêzgeha Dêrsîmê ve jî, agir bi daristanê ket û di encama xebatên vemirandinê de hat vemirandin. Lê nehat eşkerekirin ku çend donim daristan şewitî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin