Li Dêrsimê çûna daristanan û vêxistina agir hat qedexe kirin

20 June 2023 21:38 0 dîtin
Li Dêrsimê çûna daristanan û vêxistina agir hat qedexe kirin

PeyamaKurd – Perêzgeha Dêrsimê li ser şewatên ku di daristanan de dertên û dibin sedema şewata daran, biryarekî da û çûna daristanan ya bê îzin qedexe kir. Her weha ji bilî ciyên destnîşankirî, vêxistina agir jî hat qedexekirin. Parêzgeh ji bo mijarê civîneka taybet kir. Parêzgeh weha got:

“Li bajarê me, ji 15 ê Hezîranê heya 31 ê cotmehê ji bilî ciyên ku lê tesîs hene, kirina pîknîkê ya bi agir an bê agir, danîna kampan, çûna daristanan ya bê îzin, vegirtina konan û şewitandina prêzan hatiye qedexekirin.”