Li Dêrsimê ji bo agirê daristanê vemirînin xebat dewam dike

30 August 2024 20:58 0 dîtin
Li Dêrsimê ji bo agirê daristanê vemirînin xebat dewam dike

PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê li bajarokê Sutluce li gundê Baldanê, di seha daristana bi darên mazî de, bi sedemekî nehat zanîn agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirina ciyên pêwendîdar, rêvebiriya daristanê, îtfaiye, cendirme û rêxistina Mûnzûrê ya Lêgerîn û Rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê.

Xebatkarên vemirandina agir bi alavên kar, pejel, qazme û bêran dixebitin da agir vemirînin. Ji ber ciyê şewatê çiyaye û rê naçê, vemirandina agir bi zahmet dikeve.