Tîmeke Pêsmerge agirê daristanê tefand
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê ragihand ku tîmeke hêzên Pêşmerge piştî hate agahdarkirin ku agir bi daristana sînorê nehîyeya Kanî Masê ketiye, çû cihê bûyerê û agir vemirand.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya li ser tefandina şewatê de wiha hate gotin:
“Tîmeke Fewca Sêyê ya Lîwaya Çarê ya Peyade ya Wezareta Pêşmerge, piştî ku hat haydarkirin ku agir berbûye çiyayê Baroxê li sinorê nehiyeya Kanî Masê, fermandarê wê fewcê bi hejmareke efser û Pêşmergeyan re gihîşt cihê wê şewatê û bi hevkariya tîmên Bergiriya Şaristanî karî wî agirî kontrol bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin