Li navça Akçadaxê agirê daristanê giha jîngehan

20 September 2023 22:08 0 dîtin
Li navça Akçadaxê agirê daristanê giha jîngehan

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Akçadaxê li gundê Aydınlarê agirê ku bi daristanê ket giha jîngehan û jiyana xelkê jîngehan ket nav xeterê. Sedema derketina şewatê nehat zanîn.

Ji ber li deverê ba tê, bi bandora bayê agir zû belav bû û niha tîmên îtfaiyê li deverê dixebitin da agir vemirînin.