Zêdebarîna berfê li Bedlîs û Wanê perwerdehîyê rawestand
Peyama Kurd - Li bakurê Kurdistanê, li Bedlîs û hin navçeyên Wanê yên wek Bêgirî, Miks û Mehmûdiyeyê, ji ber zêdebarîna berfê perwerdehîya dibistanan hate rawestandin.
Parêzgariya Bêdlîsê ragihand ku li navenda bajêr û gundên girêdayî navendê, ji ber zêdebarîna berfê, li hemû dibistanên dewletê û yên taybet perwerdehî hatiye rawestandin.
Parêzgariyê ragihand ku wan destûr daye karmendên jin ên ducanî û karmendên xwedî rewşên taybet û da zanîn ku ev karmend dikarin îro neyên karê xwe.
Qeymeqamîyên navçeyên Wanê yên Bêgirî, Miks û Mehmûdiyeyê jî ragihand ku li her sê navçeyan zêdebarîna berfê mercên jiyanê zor kirîye û ji ber ve yekê biryar hatiye standin ku ji bo îro perwerdehî bê rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin