Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Hemîd Kiliçaslan hat vesartin
PeyamaKurd – Cenazeyê siyasetmedarê Kurd, Hemîd Kiliçaslan li gundê wî yê li Qoserê hat veşartin.
Cenazeyê Hemîd Kiliçaslan (Hemîdê Simayilaxa), siyasetmedar û Berdevkê PDK-Bakur, îro ji Enqerê hat vegerandin û li gundê Îsmaîl Axa yê Qosera ser bi Mêrdînê ve hat veguhastin. Cenaze bi beşdarbûna hejmareke kesayet û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê, li goristana gundê Dêrika Îsmaîl Axa hat veşartin.
Siyasetmedarê Kurd Hemîd Kiliçaslan, beriya 40 rojan bi Koronayê ketibû û li nexweşxaneyek Enqerê piştî 27 rojan ji ber têkçûna rewşa tendirustiyê, do jiyana xwe ji dest da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin