Siyasetmedarê Kurd Hemît Kiliçaslan ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da

27 November 2020 12:00 0 dîtin
Siyasetmedarê Kurd Hemît Kiliçaslan ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Hemît Kiliçaslan ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan, Hemît Kiliçaslan li Enqerê li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.

Cenazeye Hemît Kiliçaslan, wê li gundê lê hatiye dinyê, li Dêrika Îsmaîl Axa ya Qoserê were veşartin.

Hemît Kiliçaslan kî ye?

Di sala 1948an de li Qosera Mêrdînê li Gundê Smaîl Axa hate dinyayê. Dibistana destpêk, navendî û amadehî li Qoserê xwend.

Di dawiya salên 60î de li Zanîngeha Enqereyê li Beşa Hiqûqê dest bi xwendekariyê kir. Ji ber kar û barên siyasî û endamtiya Partî Demokratîk Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye) ji zanîngeha hate avêtin.

Di sala 1979an de bi awayeke çalaktir li Bakurê Kurdistanê kete nava tevgera PDK Tirkiyeyê. Di dema derbeya 12ê îlonê ya 1980an de neçar ma derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Ji wê derê jî di sala 1983an de derbasî Swêdê bû. Jiyana xwe li Swêdê berdewam kir. Serkêşiya xebatên ziman û rewşenbîriya kurdî kir. Demeke dirêj di nava Koma Kurmancî de cîh girt. .

Zewiciye û bavê 6 zarokan bû. Di sala 2017an de piştî Kongreya 12emîn a PDK Bakur ku li Amedê pêk hatibû, weke berdevkê vê tevgerê hate diyarkirin.

Beriya mehekê Kiliçaslan bi nexweşiya Koronayê ketibû û piştî ku rewşa wî giran bibû ji Mêrdînê bo Enqereyê hatibû şandin.