Siyasetmedarê Kurd bi nexwesiya koronayê wefat kir
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd ê ji Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê Sabrî Wesek li Diyarbekirê ji ber nexweşiya koronayê koça dawî kir.
Sabrî Wesek ev demeke ji ber pêketina vîrusa koronayê li nexweşxaneyeke bajarê Diyarbekirê di bin çavdêriya pizîşkî de bû. Hat ragihandin ku Wesek doh êvarê li nexweşxaneyê wefat kiriye.
Siyasetmedarê Kurd di salên 1970yan de dest bi siyasetê kiriye û dema Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî jî hatiye girtin û gelek îşkence dîtibû û maweyeke dirêj di girtîgehê de mabû.
Sabrî Wesek sala 1984an wekî şaredarê Cizîra Botan hatibû hilbijartin û bi salan xizmeta doza Kurd kiribû.
Ew herwiha li herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê wekî welatparêz û niştimanperewerekî kurd dihat naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin