Kurê siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin, Sevder Aydin ji koronayê can da
PeyamaKurd - Kurê siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Vedat Aydin ku sala 1991ê ji aliyê hêzên tarî yên dewleta Tirkiyê ve hatibû kuştin, Şevder Aydin di 33 saliya xwe de bi nexweşiya koronayê li Enqerê wefat kir.
Şevder Aydin, berî 10 rojan li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketibû û piştî rewşa wî giran bûbû, beriya 3 rojan ew veguhestibûn Enqerê.
Şevder Aydin doh 16ê Tebaxê bi şev piştî têkçûna rewşa wî ya tenduristiyê, li Nexweşxaneya Enqerê jiyana xwe ji dest da.
Diya Şevder Aydin, Şukran Aydin ji Rûdawê re gotiye, “Em li hemû Kurdistanê geriyan ji bo em derziya koronayê li xwe bidin, lê me nedît. Şevder beriya 10 rojan bi koronayê ket û piştî rewşa wî giran bû beriya 3 rojan bo Enqerê hat veguhestin. Li Enqerê doh bi şev li nexweşxaneyê wefat kir.”
Şukran Aydin got, dê termê kurê wê îro bo Amedê bê şandin û li wir were veşartin.
Şukran Aydin daye zanîn ku ji ber ceza li ser wê heye ew nikare beşdarî merasîma veşartina cenazeyê kurê xwe bibe.
Biraziyê wî Serhat Aydin jî gotiye, termê wî dê li gundê Heciya Kurdan ê girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê li tenişta bavê wî were veşartin.
Şevder Aydin, li bajarê Îzmîrê Zanîngeha Dokuz Eylulê beşa Endazyariya Avahîsaziyê xwendibû û berî 6 mehan hatibû Hewlêrê û wek endazyar di kompanyayeke taybet de dixebitî.
Bavê wî Vedat Aydin Serokê Partiya Kedê a Gel (HEP) yê bajarê Amedê bû û di sala 1991ê de ji aliyê hêzên tarî yên dewleta tirk ve hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin