Ji PDK-Bakur peyama wefata Hemîd Kiliçaslan: Gelê Kurd neferekî soresger û netewperwer ji dest da
PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) li ser wefata siyasetmedar, zimanzan û rewşenbîrê Kurd û Berdevkê PDK-Bakur Hemîd Kiliçaslan, peyamek belav kir.
Di peyama PDK-Bakur e hat diyarkirin, Hemîd Kiliçaslan bi sekn û helwesta xwe, bi hezkirin û henûniya xwe kedeke mezin di ber têkoşîna wan a sîyasî de daye û hat gotin, “Gelê Kurdistanê neferekî xwe yê şoreşger û netewperwer ji dest da.”
Hemîd Kiliçaslan îro 27ê Mijdarê li nexweşxaneyeke Enqerê ku zêdetirî mehekê ye ji nexweşiya Covid-19 tedawî dibû, koça dawî kir.
Peyama PDK-Bakur ya bo wefata Hemîd Kiliçaslan wiha ye:
“Îro gelê Kurdistanê neferekî xwe yê şoreşger û herwiha serkirdeyekî partiya me Kak Hemîd Kiliçaslan ji dest da. Kak Hemîd ji xortanîya xwe heta niha li her qadê Kurdistanê bi têkoşîna xwe deng veda. Kak Hemîd berî her tîştî Kurd bû. Kak Hemîd piştî damezrandina partîya me di sala 1969an de bûbû endam û herwiha di nav refên damezrînerên DDKO yên Enqerê de jî cih girtibû.Piştî înkilaba leşkerî ya Tirkiyê neçar ma dev ji beşê hiqûqê yê zanîngehê berde û di nav refên têkoşerên şoreşger ên Kurdistanê de cih girt.
Di kongreya me ya 1977an de wek endamê herî ciwan yê komîteya navendî hat hilbijartin. Di rêxistinkirin û pêşxistina partiya me de rolek sereke lîst. Bi plan û komployên navneteweyî şoreşa Başûrê Kurdistanê têk çûbû,bi şoreşa Gulanê ya man û nemanê şoreşgerên Kaşûrê Kurdistanê xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û di vê şoreşa dîrokî de Kak Hemîd jî bi alîkarî û xebata xwe di şoreşê de cih girt û bû pêşengê şoreşê yê Bakurê Kurdistanê. Di van salan de Hemîdê Îsmaîl axa li hemû perçeyên welatê me karên xwe yên siyasî meşand. Di sala 1983an de neçar ma terka welatê xwe yê şêrîn bike û surgûnî Ewropayê bû. Piştî doza daliqandinê ku di wextê xwe de di der heqê wî de li Tirkiyê hatibû dayîn efû bû, piştî efûyê di 2005an de li Kurdistanê vegeriya.Di 2013an de bû cîgirê serokê partiyê û di 2017an de jî bû berdevkê partiyê.
Herwiha di warê ziman, komalnasî û wêjeya Kurdî de jî kedekî wî ya pîroz heye. Kak Hemîd ji zû ve ye di nav koma ziman a Enstitûya Kurd ya Parîsê de jî cih digirt. Kak Hemîd bi sekin û helwesta xwe,bi hezkirin û henûniya xwe kedeke mezin di ber têkoşîna me ya siyasî de da, ji me re bû rêber û pêşeng. Çira ku Kak Hemîd vêxistîye dê rêya têkoşîna partiya me ronî bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin