Cendirmeyên Tirkiyê cotkarê Kurd Îbrahîm Osman Mihyedîn bi guleyekê kustin
PeyamaKurd – Cendirmeyên Tirkiyê li gundê Kûran ê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, cotkarê Kurd Îbrahîm Osman Mihyedîn bi guleyekê kuştin.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser diyar kirin, roja 4ê Tebaxa 2022an, li gundê Kûran ê li rojhilatê Kobaniyê nêzîkî sînorê Tirkiyê, cotkarê Kurd Îbrahîm Osman Mihyedîn dema erdê xwe av dida cendirmeyên Tirkiyê gule berdanê.
Herwiha eşkere kirin, piştî bûyerê ew rakirine Nexweşxanya Kobanî, lê ji ber birîna giran, can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin