Çepên Tirk li Dêrsimê li dijî DEMê hevgirtin ragihandin: DEMê bertekek tûnd nîsan da

25 January 2024 15:26 0 dîtin
Çepên Tirk li Dêrsimê li dijî DEMê hevgirtin ragihandin: DEMê bertekek tûnd nîsan da

PeyamaKurd – Li Dêrsimê TİP, EMEP, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Eniya Ked û Azadiyê (EÖC) ku Şaredarê Dêrsimê yê niha Fatîh Mehmet Maçoglu jî endamê wê ye, ragihandin ku ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê biryara hevgirtine dane.

Partiyên çep ên Tirk TİP û EMEP, SMF û EÖC ku hin ji wan di hilbijartinên berê de, di encama hevkariya bi HDP'ê re karibûn endamên xwe bişînin parlamentoya Tirkiyeyê, ji bo hilbijartinên herêmî yên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hevkariya xwe ragihandin.

Sirri Sakik bertek nîşan da

Piştî ragihandina vê hevkariya çepên Tirk, parlamentê DEM Partiyê Sirri Sakik bertekeke tûnd nîşan da û got: "Çawa bi rayên me hatin hilbijartin, ji me veqetiyan. Niha jî li Dêrsimê, li dijî me eniya hevkariyê radigihînin." 

Sakik bi  ser hesabê xwe yê X'ê wiha got: "Li gel hemû hêz û derfetên dewletê, polîtîkayên qeyyûmkarî û hevgirtinan, em ê bi piştgiriya gelê xwe, li Dêresimê û li gellek deverên din serkeftinê bi dest bixin." 

Sakik bi bîr xist ku Kurdan, tenê ji bo xatirê hevkariya şoreşgerî, li Dîlokê mafê xwe yê parlamentiyê daye EMEPê û dom kir:

Ev der (Dîlok), eniyên ku me bi canê xwe, bi xwîna xwe qezenc kiribûn bû. Li Dîlokê, çawa bi rayên me hatin hilbijartin, ji me veqetiyan. Niha jî li Dêrsimê, li dijî me eniya hevkariya xwe radigihînin. Gelo hiqûka hevgirtina şoreşgerî, li Dêrsimê li dijî DEM Partiyê avakirina eniyan e?"

 


parlamentê DEM Partiyê Sirri Sakık bertek nîşan da. Sakık li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

“Li gel hemû hevgirtin derfet, hêz, polîtîkayên emanet û hevgirtinên nû yên dewletê, em ê bi piştgiriya gelê xwe Dêrsim û gelek deverên din bi dest bixin!

Lê Kurdan tenê ji bo hevgirtina şoreşgerî li Dîlokê mafê temsîliyetê dan EMEPê. Ev mewziyên me bi xwîn û canê xwe bi dest xistine. Li gorî qanûna hevgirtina şoreşgerî, yekitiya têkoşînê gelek caran pêk hat.

Dema hatin hilbijartin ji DEMê derketin û ketin rê. Niha mebest ew e ku li Dêrsimê ku me berê kêmî wenda kiribû, li dijî Partiya DEMê tifaqekê ava bikin. Divê qanûna hevgirtina şoreşgerî wiha be?"

"Tu dilsoziya wan tune"

Şaredarê berê yê Sûrê, endamê DEM Partiyê Abdullah Demirbaş, li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî tifaqa li dijî DEMê da û wiha got:

“EMEP ji bo DEM bi ser nekeve dikeve nava tifaqan. Me got bila kursiyên parlementoyê bi dest bixin. Ev dawiya çepgirên Tirk e. Her wiha dibêjin, 'Em ji dewleta xwe re xizmetê bikin, bila Kurd dayika xwe nebînin' Dîlşad Cambaz, berê li ser navê çepê hem parlamenter bû, hem jî me winda kir. Ti dilsoziya wan tune."

TÎP û EMEP di encama tifaqa bi HDPê re ketin Meclîsê.