CHP cara yekem ji bo tezkereya destwerdana Sûriye û Iraqê dengê 'Na' bikar tîne

26 October 2021 16:20 0 dîtin
CHP cara yekem ji bo tezkereya destwerdana Sûriye û Iraqê dengê 'Na' bikar tîne

PeyamaKurd – Bi pêşniyara partiyên deshilatdar AKP û MHPê îro 26ê Cotmehê ji bo dirêjkirina bi du salan a tezkereya destwerdana nav erdên Sûriye û Iraqê li parlamentoya Tirkiyê deng tê dayîn.

Beriya dengdanê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) di gotara xwe ya koma parlamenê de rexneyên tund li dirêjkirina tezkereyê girtin ku cara yekem e CHP bi vî awayî helwestê distîne û dijî tezkereya destwerdana Sûriye û Iraqê derdikeve.

Piştî axaftina Kiliçdaroglu, Wekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel ragihand ku partiya wan wê ji bo dirêjkirina tezkereyê dengê ‘Na’ bide ku bi taybet ji aliyê civaka Kurd a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve ji bo vê biryarê bendewariyek hebû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, partiyên AKP-MHP û Îyî Partî dengê belê didin û HDP û CHP jî dengê na didin tezkereyê ku dîsa jî wê bi dengên partiyên dengê belê didin derbas bibe.