CHP ji bo hilbijartina Stenbolê spasiya Demirtas kir
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Yildirim Kaya ji ber helwesta wî ya di hilbijartinên Stenbolê de, spasiya Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş kir.
Yildirim Kaya ku di heman demê de parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ye, di rûniştina parlamentoyê de gotarek pêşkêş kir û bal kişande ser rola Selahattin Demirtaş a di hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) de û ragihand ku ew spasiya herî mezin ji Demirtaş re dike ji ber helwesta wî ya di hilbijartinan de.
Yildirim Kaya diyar kir: “Ez spasiya herî mezin li Selahattin Demirtaş dikim ku bêyî xwe bifikire, bêyî ku mafên xwe bifikire, bi ramana azadiya civakê, ji girtîgehê bi şandina peyama Tirkiye hewcedarê aştiyê ye, hewcedarê demokrasiyê ye, ez spasiya Selahattin Demirtaş dikim ku ew li vir parlamenter bû.”
Di dubarekirina hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, berbijêrê CHPê Ekrem Îmamoglu bi bidestxistina 806 hezar dengên zêdetir ji berbijêrê AK Partiyê Binali Yildirim, weke Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin