Demirtas ji bo hilbijartina Stenbolê banga pistgiriyê bo Îmamoglu kir
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro li ser tora xwe ya civakî, derbarê helbijartinên Stenbolê de hin peyam daxuyanî dan û ji bo namzedê CHPê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu banga piştîvaniyê kir.
Selahattin Demîrtaş bang li dengdêrên kurd ên li Stenbolê kir û got: ‘’Li ser bingehê dijberî û dijminayiyê na, ji bo dûrketina civakî ya ji hev n; ji bo kîn, tolhildan, nefretê na, ji bo pevçûnên berjewendiyên şexsî na, ji bo pêşeroja geş a zarokên xwe dengên xwe bidin.’’ HerwEha banga piştîvaniya Ekrem Îmamoglu kir.
Demîrtaş got, HDP ji tabloya siyasî nayê vederî kirin û got, ji bo îro pêwîst e gotinên Îmamoglu re piştevanî bê kirin û eger HDP nebe tu tiştek xweşik nabe û got: ‘’Bi zorê xweşikî nabe, divê hinek vê êdî fam bikin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin