CHP û YSPê li parlamentoyê pirsa mirina bi guman zarokê 12 salî kirin

15 June 2023 20:14 0 dîtin
CHP û YSPê li parlamentoyê pirsa mirina bi guman zarokê 12 salî kirin

PeyamaKurd – Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê mirina bi guman a zarokê 12 salî yê bi navê Abdulbakî Dakakê daleqandî hatibû dîtin, xistin rojeva parlamentoyê daxwaza ronîkirina bûyerê kirin.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, li ser sedem û çawaniya mirina bi guman a Abdulbakî Dakakê 12 salî ku doh li Rihayê di axûrekî de mirî hatibû dîtin, pirsnameyek dan parlamentoya Tirkiyeyê.

Di pirsnameyê de ji Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş û Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya hate xwestin bersivê bidin û kuştina zarok bi berfirehî bê lêkolînkirin. 

Li aliyê din Parlamenterê CHPê yê Rihayê Mahmut Tanal, li ser mirina zarokê 12 salî ku di axûreke nêzîkî medreseya Weqfa Semerkand de hatiye dîtin, serî li komîsyona mafên mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê da, daxwaza lêpirsîneke berfireh kir.

Baroya Rihayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê pêvajoya hiqûqî ya derbarê mirina bi guman a zarokê 12 salî de bişopînin.