Sezgin Tanrikulu pirsa mirina Serkan Tumay ji wezîrê dadê kir
PeyamaKurd – Li ser mirina Serkan Tumay ku di zîndana bajarê Kırıkkale de bû û hat gortin ku ji aliyê gardiyanên zîndanê de mehekî berê îşkence diye û bi derba gardiyanan miriye, parlementerê CHP ê û hem serokê berê yê baroya Diyarbekirê Sezgin Tanrıkulu bo wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhemit Gül bersivê bide, di meclisa Tirkiyê de komekî pirsan arasteyî wezîr kir.
Serkan Tumay yê ku di zîndanê de di 17 ê vê cotmehê de wefat kir, malbata wî ji ber ku di bedena wî de hestiyên şikestî hebûn bo dozgeriyê ragihandina sûc kiribû. Li ser mijarê Sezgin Tanrıkulu mijarê xist rojeva meclisa Tirkiyê. Pirsên ku ji wezîrê dadê Abduhemit Gül kir wehabûn:
*Li ser giliyê malbatê lêpirsîn hat destpêkirin?
* Raste ku kesê zîndanî Serkan Tumay ji aliyê gardiyanan de derbê xwariye û can daye?
*Gelo raste ku Serkan Tumay mehekî berê derb li bedena wî ketine?
* Malbata Tumay wexta ku hêj Tumay dijiya, di derbarê derbên li Tumay ketine giliyê kî kirine? Li ser giliyê malbatê qet lêpirsînekî hatiye kirin?
*Maden Serkan Tumay di 17 ê mehê de wefat kiriye, çima di 18 ê mehê de xeberê dane malbatê?
*Raste ku bo malbata Tumay gotine ‘me cenazê we tehliye kir’ û bi wî awayî agahiyê dane malbatê?
*Çima daxwaza otopsiyê ya ku malbatê cara duyê xwestiye, hatiye redkirin?
*Çima zebta wefata Tumay nehatiye dayîn û wî şandine tiba edlî?
*Çima otopsî dawiya hefteyê hatiye kirin û di bedena wî de ciyê derban hebûye, çima daxwaza duyem ya malbatê hatiye redkirin?
*Zînndan bilind nîne û çima di bedena wî de nîşanên ku ji bilindahiyê ketiye, hene? Tumay ji ku derê ketiye û an hatiye dehfdan?
*Kesê bi navê H.E. ji malbata xwe re gotiye ku Tumay hatiye derbkirin û halê wî baş nîne û bi malbata Tumay re bikevin nav têkiliyan, raste ku ji H.E. agahî nayê sitendin?
* H.E. bi malbat û eqrebayên xwe re cara dawiyê kengê hevdîtin kiriye?
Li ser van hemû pirsan, wezareta we qet dest bi lêpirsînekî kiriye an na? Eger kiribe rewşa asta lêpirsînê çiye?

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin