Tanrikulu: 'Zimanê dayikê yek ji bingeha pirsa Kurd e, dev ji siyaseta qedexe û astengkirinê berdin'
PeyamaKurd – Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrıkulu, di axaftina xwe ya Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê de, daxwaz kir qedexe û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin.
Sezgîn Tanrikulu, bang li Wezîrê Perwerdeya Giştî ya Tirkiyeyê kir û got, “Zimanê dayikê, yek ji parametreya bingehîn a pirsa Kurd e. Dev ji siyaseta qedexeyê û astengkirinê berdin.”
Tanrikulu herwiha diyar kir. “Yek ji pirsên herî girîng ê Tirkiyeyê pirsa Kurd e. Pirsa Kurd ne pirseke terorê ye; teror, şer û pevçûn aliyekî wê ye, lê pirsa bingehên, naskirina mafên nasnameyî di li ser bingeha hemwelatîbûna wekhew de ye.”
Herwiha Tanrikulu bal kişand ser ku 500 mamosteyên Kurdî li bendê ne werin tayînkirin ku hejmara giştî jî digihe hezar 500 kesan û pir kêm kadro bo wan têne dayîn.
Tanrikulu daxwaz ji wezareta perwerdê kir ku ji meha Kanûnê wir de, kadroyan bo dersa bijarte ya Kurdî vekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin