Wezareta Çavkaniyên Sirustî wê pirsa benzînê bi parlamentoyê re gotûbêj bike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Cîgira Wezîrê Samanên Siruştî bi wekalet Gulîzar Reşîd Sindî, serdana Lîjneya Çavkaniyên Samanên Siruştî û lijneya taybet a parlamentoya Kurdistanê bike.
Li gorî nûçeya BasNewsê Gulîzar Reşîd Sindî gotiye: “Ji ber faktorên herêmî û navdewletî û guhertinên siyasî û aborî yên cîhanê, cîhan dikeve qonaxeke dijwartir bi taybet rûbirûbûna krîza xwarin û sotemeniyê. Bi taybetî benzînê, astengiyeke mezin li pêşiya welatiyan çêkiriye, lewra nirxê benzîna her sê cureyan roj bi roj zêde dibe.”
Gulîzar Reşîd Sindî diyar kir: “Pêwîstiya rojane ya benzînê li Herêma Kurdistanê 6 milyon lître ye, tevî ku rojane 1 milyon lître benzîn tê parzûnkirin, lê rêjeya ku tê de heye, li qadên nedestûrî tê peydakirin.”
Herwiha Reşîd Sindî da zanîn: “Pêwîstiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi 258 milyon lître kerosîn heye daku li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê belav bike, ji ber wê jî eger her malek bermîlek werbigire, biryare sibe pirsa gazê jî ligel Wezîrê Darayî gotûbêj bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin