Wezareta Samanên Xwezayî li ser çareserkirina bilindbûna bihayê benzînê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çareserkirina bilindbûna bihayê benzînê daxuyaniyek belav kir.
Li gor Wezareta Samanên Xwezayî diyar kir, ji encama bilindbûna nirxê benzînê yê cîhanî û pabendnebûna Hikûmeta Iraqê bi şandina para Herêma Kurdistanê ji benzînê bi bihayekî diyarkirî, benzîn giran bûye. Ji bo kontrolkirina bihayê benzînê û li ser rasparsdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Samanên Xwezayî welatiyan piştrast dike ku, bi hevahengiya ligel kompanyayan, her rêkarekê digirin ji bo berhemanîna navxweyî ya benzînê û xistina wê di nava bazaran de zêde bikin.
Herwiha eşkere kir: “Ji bo vê armancê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya darayî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dike, beşeke mezin a risûmat û bacê li ser hawerdekirina benzînê radike û hêsankariyê bi hemû kompanyayên ku benzînê hawede dikin re dike, bi mercê ku bandor li ser kalîteya benzînê û tendirustiya welatiyan neke û bi rênimayên parastina jîngehê re bigunce. Welatiyan piştrast dikin ku di demeke kurt de, bihayê benzînê kontrol dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin