Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ti dadgehekî Iraqê nikare qanûna xaza Kurdistanê betal bike

14 June 2022 01:04 0 dîtin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ti dadgehekî Iraqê nikare qanûna xaza Kurdistanê betal bike

PeyamaKurd – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku qanûna di sala 2007 an de hatiye birêvebirin ya jimare 22 ya bi navê “qanûna xaz û petrolê ya Kurdistanê”, li gor destûra Iraqê ji aliyê Parlementoya Kurdistanê de hatiye derxistin.

Li ser daxwaza wezareta petrolê ya Iraqê, di 19 ê gulanê de, dadheha bazirganî ya Bexdayê bangî şîrketên navdewletî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin kiribû û wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bang nerewa û ne li gor qanûnaye.

Li ser betalkirina qanûna xaz û petrolê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Bilind ya Iraqê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandibû ku Kurdistan biryara dadgehê red dike û dadgeh ne li gor destûra Iraqê hatiye avakirin û qanûnî nîne.