Wezareta Samanên Sirustî daxuyaniyek li ser petrola Kurdistanê belav kir

19 January 2021 11:00 0 dîtin
Wezareta Samanên Sirustî daxuyaniyek li ser petrola Kurdistanê belav kir

PeyamaKurd –  Wezareta Samanên Siruştî daxuyaniyek li ser hevdîtineke rojnemewanî ya Wezîrê Petrolê yê Iraqê û kêmnirxiya petrolî li Herêma Kurdistanê û radestkirina dosyeya petrola ji bo Herêma Kurdistanê ji SOMO, belav kir.

Wezareta Samanên Siruştî di daxuyaniyê de daye zanîn, ji ber ew kêşe û astengiyên ji aliyê Hikumeta Federal û Kompanyaya Somoyê ji bo petrola Herêma Kurdistanê durist dike, nirxê petrola Herêma Kurdistanê kemtir e ji nirxê bazara cîhanê, amaje bi wê yekê jî kiriye, radestkirina dosyeya petrola Herêma Kurdistanê daxwazeke ne durist e.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal, di hevpeyvînekê de diyar kiriye, divê dosyaya petrola Herêma Kurdistanê, ji bo SOMOyê were radestkirin û bi awayekî merkezî were birêvebirin. Ev yek li dijî destûra Iraqê ye û Iraq dewleteke federal e ne merkezî ye.