CHPê li Parlamentoya Ewropayê pistgirî da danîna qeyûmên ser saredariyên HDPê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di 42yemîn Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Parlamentoya Ewropayê de ku 23yê Adara 2022yan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat lidarxistin de, li ser mijara tayînkirina qeyûman li şûna şaredarên HDPê li Bakurê Kurdistanê jî biryarek hat derxistin.
Parlamentoya Ewropayê di kongreyê de piştrast kir ku qeyûmên ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ji bo şaredariyên li Bakurê Kurdistanê hatine tayînkirin, li dijî hiqûqa navneteweyî ne û derbeyeke li dijî demokrasiyê ye.
Hevseroka Şaredariya Silopîyê Adalet Fidan ku li ser navê HDPê beşdarî “Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Parlamentoya Ewropayê” bûbû ragihand ku endamên CHPê di kongreya de tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê parastine û wan jî wekî AKP û MHPê ji qeyûman re erê gotine.
Avrupa Konseyi Yerel ve Bölgesel Yönetimler Kongresi'nde CHP delegesinden Kayyumlara destek.
— Alan Sermiyan (@sermiyan_alan) March 30, 2022
Buna şaşıranlara ben de diyorum ki: Asıl şaşırmanız gereken CHP-Türk devletini tanıyamamış olmanız, tarih bilginiz ve acınası hafızanızdır. pic.twitter.com/FdwqLnc4o7
Hat zanîn ku kongreyê li hemberî 25 dengên na bi 100 dengên erê biryara redkirina qeyûman qebûl kiriye û wekî "darbeya li demokrasiya herêmê" pênase kiriye.
Fîdan gotiye: “Daxuyaniyên endamên CHPê yên derbarê qeyûman de cihê dilgiraniyê bûn. Di hevdîtinên me yên berê de û di axaftinên xwe yên bi kesên din re de jî digotin qeyûm ne qanûnî ne û îradeya wan zeft dikin. Lê belê di axaftinên xwe yên li Parlamentoya Ewropayê de hewl dan tayînkirina qeyûman rewa nîşan bidin û gotin ku li Tirkiyê terorîzmeke berfireh heye. Ev helwesta CHPê nayê qebûlkirin. Gotin û gavên CHPê ku hewl dide xwe weke partiyeke demokratîk nîşan bide, li hev nakin. CHPî li navxwe cuda li derve cuda diaxivin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin