CIA: Li ser bikaranîna çekên nukleerî ya li Ukraynayê, delîlek tuneye

08 May 2022 21:31 0 dîtin
CIA: Li ser bikaranîna çekên nukleerî ya li Ukraynayê, delîlek tuneye

PeyamaKurd-Ji aliyê Dîrektorê CIAyê William Burns ve hat ragihandin ku tu delîleke ku Rûsya li Ukraynayê çekên nukleerî bi kar bîne, tuneye. Burns da zanîn ku di vî derbarî de ew rastî planekê jî nehatine.

William Burns, di Konferansa Financial Timesê de ragihand ku Teşkîlata Îstîxabratê ya Amerîkayê, rast li tu delîlekê nehatiye ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li Ukraynayê çekên nukleerî bi kar bîne. Dîrektorê CIAyê William Burns bi berdewamî got, “Ez di wê baweriyê de me ku Pûtîn binketinê nagire ber çavan. Ji ber vê yekê jî çi dibe bila bibe, divê Amerîka bi awayekî baldar li ser îhtîmala gefa nukleerê raweste. “

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky jî meha borî bang li raya giştî ya cîhanê kiribû û dabû zanîn ku ji bo Rûsya bi ser bikeve, dibe ku çekên kîmyewî yan jî çekên nukleerî bi kar bîne.