Cîgira Serokê AK Partiyê: Li Tirkiyê pirsa Kurd nîne, pirsgirêka opozîsyonê heye

09 October 2021 16:30 0 dîtin
Cîgira Serokê AK Partiyê: Li Tirkiyê pirsa Kurd nîne, pirsgirêka opozîsyonê heye

PeyamaKurd – Li Şirnexê Cîgira Serokê AK Partiyê Leyla Şahîn Usta axivî û got: “Li Tirkiyê pirsa Kurd nîne, pirsgirêka opozîsyonê heye weke ku siyaseta pirsa Kurd hebe dimeşîne’’.

Leyla Şahîn Usta îdîa kir ku yên dixwazin meşa demokratîk a AK Partiyê asteng bikin hene û da zanîn: “Heft sal berê li Diyarbekirê yekîtiya me li ber çavê hemû cîhanê hat armanckirin. HDP, îro ji aliyê CHPê û hevkarên wê ve hatiye dorpêçkirin, qaşo wek abîdeya bêgunehiyê disekine.”

Cîgira Serokê AK Partiyê Leyla Şahîn Usta eşkere dike, li Tirkiyê pirsa Kurd nîne û wiha berdewam dike: “PKK û kirêkara wê HDP, zerara herî mezin didin welatiyên me yên Kurd. Îro li welatê me pirsa Kurd nîne, pirsgirêka opozîsyonê heye weke ku siyaseta pirsa Kurd hebe dimeşîne. Kesayetên siyasî, yên ku nikarin mesafeyê têxin navbera xwe û terorê, çiqas nakok e ku li vî welatî xwe wekî şandiyên demokrasî, maf û hiqûqê didin nîşandan.”