Gîgirê Serokê AK Partiyê: Pirsa me ya Kurd tune ye!
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Parti) Ali İhsan Yavuz, di bernameyeke televizyonê de li ser rojeva hilbijartinên herêmî axivî.
Yavuz li ser vekişîna ji namzediya şaredariya Stenbolê ya Başak Demirtaş got: "Li demeke ku em ji hêla xwe ve karê xwe dimeşînin, wextê tune ye em ji wan re veqetînin. Wê namzedê me Murat Kurm, ligel hemû hembajariyên me yên Stenbolê projeyên derxistina Stenbolê ji serdema fetretê pêşkeş bike û em li benda wê roja şaredarê me wê alê hilgire ne.”
Ali İhsan Yavuz li ser mijara çareserkirina pirsa kurd jî diyar kir, “AK Partî partiyeke tevaya Tirkiyeyê ye’ û got: “Pirsa me ya Kurd tune ye. Cîgirê Serokomarê me û Wezîrê Darayî Kurd in. CHP geh li herî rastgiriyê ye geh li aliyê herî çepgiriyê ye. Em tevgereke dozê ne. Heke em biryarekê bidin, bicihanîna wê deynê ser me ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin