Ji Serokê Saadetê daxuyaniyên ser ‘Pirsa Kurd û Qeyûman’
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu beşdarî kongreya partiya xwe ya bajarê Diyarbekirê bû.
Karamollaoglu go, “Pirsa Kurd di rojeva me di cihekî girîng distîne’ û bertek nîşanî danîn qeyûman li şûna şaredarên hilbijartî da.
Serokê Saadetê got, “Li cihekî hilbijartin tê kirin û piştre bêyî ti delîlên hiqûqê hilbijartinê betal dikin û bi qeyûman birêve dibin. Heger tawanek hebe, divê hilbijartin bê betalkirin û hilbijartineke nû bê kirin. Hûn nikarin bêjin, emê deverekî 5 salan bi qeyûman îdare bikim. Ev şaş e. Heger wisa bikî, dengdêran bi eşkereyî datînî hemberê xwe û opozîsyonê mezin dikî.”
Karamollaoglu herwiha got ku yek ji pirsa herî girîng a Tirkiyê pirsa Kurd e û diyar kir ku pêwîstî bi guhertina zihnîyetê bi taybet di zimanê siyasetê de heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin