Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber: Rewsa awarte tê wateya amadekariya ser

09 July 2022 11:02 0 dîtin
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber: Rewsa awarte tê wateya amadekariya ser

PeyamaKurd – Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Yasir Silêman axivî û got, rewşa awarte tê wateya amadekariya şer.

Yasir El-Silêman biryara rewşa awarte wek gaveke di cih de pênasekir û da zanîn: “Dewleta Tirk wê êrîşî herêma me bike û dixwaze dagir bike. Ev jî wê bi xwe re koçberiyê bîne. Wê demografiya herêman bê guhertin.”

Herwiha eşkere kir: “Ji bo ev pêk neyê û divê gelê me li ser axa xwebe û amadekariyê xwe şer re bike.”

El-Silêma got, meclisên Rêveberiya Xweser û saziyên wê mîna Meclîsa Rêveber, Meclîsên Sivîl ên herêman, desteyên diravî, tenduristî û hemû deste û komîte bê îstîsna, divê xwe amade bikin.

El-Silêman di dawî de bang li hemû welatiyan kir ku li rex projeya nîştimanî ya herêmê bisekinin da ku van êrîşan têk bibin.

Mihemed Şahîn destnîşan kir: “Divê gelê me ji bo şer amadekariyê xwe bike

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê, Mihemed Şahîn jî bang li şêniyan kir ku li hember gef û êrîşên dagirkeriya amadekariyên xwe yê parastin, jiyanî û tenduristî bikin da ku bikaribin dijmin têk bibin.