Cîgirê Serokomarê Îranê: Rejîm bi referandûmê nayê guhertin!

08 November 2022 22:21 0 dîtin
Cîgirê Serokomarê Îranê: Rejîm bi referandûmê nayê guhertin!

PeyamaKurd – Cîgirê Serokomarê Îranê Muhammed Huseynî, li ser protestoyên dijî rejîma Îranê yên berdewam dikin ku nîqaşa guhertina rejîmê ketiye rojevê, daxuyanî da û got, nabe bi referandûmê rejîm bê guhertin.

Li gorî nûçeya Ajansa Farsê Huseynî li Zanîngeha terbiyet-î Muderris a Tehranê beşdarî konferansekê bûye û dema axaftina wî jî hejmarek xwendekaran bi diruşmên ‘azadî’ ew protesto kirine û terka salonê dane.

Huseynî di axaftine xwe de gotiye, ew niha tehemûlê li xwepêşandanên zêdetirî  50 roj in didomin dikin û bibîr xistiye ku sîstema rêveberiya Komara Îslamî bi referandûmê hatiye pejirandin.

Herwiha li serd nîqaşên guhertina rejîmê daye zanîn ku referandûm ji bo hin mijarên talî dibe, lê ji bo guhertina awayê rêveberiyê nabe.

Rayedarên Îranî li ser sloganên xwendekaran ên wekî, “Dijminê me li vir e, derewan dikin û dibêjin, dijmin Amerîka ye” jî îdia kir ku Amerîka û rêveberiya Washingtonê piştevaniya xwepêşandanan dikin.