Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê jî bi vîrusa koronayê ket

25 February 2020 19:45 0 dîtin
Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê jî bi vîrusa koronayê ket

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê Dr. Îrecî Herîrçî jî bi vîrûsa korona ketiye.

Li gorî medya Îranê Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê Dr. Îrecî Herîrçî bi vîrûsa korona ketiye ku tevî wê nexweşîna xwe jî beşdarî civîneke rojnamevanî bûye. 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Îranê, heta niha li Îranê 15 kes bi vîrûsa koronayê mirine û 95 kes jî bi wê vîrûsê ketine ku li gorî çavkaniyên herêmê hejmara mirî û pêketiyên vîrusa koronayê li Îranê gelekî zêdetir e.