Çîn: Divê Rûsya û Ûkrayna raste rast dest bi muzakereyan bikin

26 February 2022 22:18 0 dîtin
Çîn: Divê Rûsya û Ûkrayna raste rast dest bi muzakereyan bikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Çînê Vang Yi, di derbarê şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de axifî û got:

“Rewşa heyî ne ya ku em dixwazin bibînin. Berya her tiştî ji bo em ber li rewşeka dinê ya xerab bigrin û nehêlin ji kontrolê derê, divê hemû teref bi hezir tevbigerin.”

Vang Yi, bi muxatabên xwe yên Awrûpayê re piştî bi telefonê axifiye, fikra xwe zelal kiriye, gihaye encaman û qaîdeyên xwe daniye. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Çînê; wezîr Vang do bi hemkara xwe ya Îngîlîz Elizabeth Truss, bi Josep Borrel, bi şêwirmendê Macron Emmanuel Bonne re bi telefonê axifiye. Li gor Vang:

-Divê rêz li yekîtiya axê, desthilat û parastina axê bêgirtin, li pey şertên Neteweyên Yekgirtî armanc û hedefên wê herin. Ev her weha ji bo Ûkraynayê jî eyniye.

- Divê daxwazên Rûsyayê bidin ber çav û ewlehiya wê pê parastin.

- Divê ewlehiya welatekî ya welatekî dinê nexe talûkê.

-“Divê ji endîşeyên ewlehiyên rewa re rêz bê girtin. NATO ber bi rojhilat ve li ser hev 5 cara xwe fireh kiriye. Divê endîşeyên Rûsyayê bên çareserkirin.

- “Çîn ji nêzde rewşa li Ûkraynayê dişopîne. Rewşa heyî ne ew rewşe ku em dixwazin bibînin. Divê ewlehiya mal û canên sîvîlan bê temînkirin û ber li krîza mirovî bêgirtin.”

- Divê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de raste rast diyalog bê danîn.

- Xebatên dîplomatîk yên krîzê çareser bikin, Çîn wan xebatan destek dike.

- Divê konseya ewlehiyê roleka erênî bileyîze.