Çîn: Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dagirker e
PeyamaKurd - Nûnerê Çînê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang li Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Sûriyê axaftinek kir û Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê wekî dagirker pênase kir ku hem dibe asteng ji alîkariyên mirovî re hem jî çavkaniyên avê li ser xelkê dibire.
Geng Shuang got, rapora Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî yên NY Berpirsyar a li ser rewşa mirovî ya li Sûriyê cihê fikaran e û wiha axivî: “Tirkiyê bi rengekî neyasayî bakur-rojhilatê Sûriyê dagir kiriye û çavkaniyên avê li ser biriye.”
Nûnerê Çînê bang li Tirkiyê kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û garantiya gihandina alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bo xelkê Sûriyê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin