‘Cinawirê Gola Wanê’ kete nav pirtûka zarokan!
PeyamaKurd – Bi navê ‘Cinawira Gola Wanê’ ji bo zarokan pirtûkek hat çapkirin ku Cinawirê Gola Wanê wekî efsaneyekê tê zanîn.
Di danasîna pirtûka ku ji aliyê Berfa Servînê ve hatiye nivîstandin û ji weşanxenaya Sîtavê der çûye de wiha tê gotin:
"Mijara vê berhemê balkişandina paqijgirtina Behra Wanê ye û di vî warî de hişyarkirina mirovan e. Berhem balê dikişîne ser tevgerên mirovan yên qirêjkirina behrê û pê re girêdayî zirara ku digihînin heywanên di nava behrê de. Masiyên di nava behrê de li gel pêşenga heywanan Cinawira Golê li gel komek zarokan dibin hevalên hev û bi hev re li hemberî mirovên ku behrê qirêj dikin ditêkoşin. Di encamê de bi ser dikevin û ji bo paqijgirtina behrê hişyariyeke baş çêdikin.
Ev berhem, ji bo ku zarok bi heskirin û baldar nêzîkî xweza û heywanan bibin berhemek gelek hêja û bikêr e. Berhem bi wêneyan hatiye xemilandin. Ev yek jî heskirina zarokan ji bo berhemê zêdetir dike. Zarok dê bi heskirin vê berhemê bixwînin û dê bi kêfxweşî bibin hevalên Cinawira Gola Wanê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin