Çînê bi fermî konsûlxaneya Amerîkayê ragirt û dest danî ser avahiyê

27 July 2020 19:15 0 dîtin
Çînê bi fermî konsûlxaneya Amerîkayê ragirt û dest danî ser avahiyê

PeyamaKurd – Piştî ku Amerîkayê biryara girtina Konsûlxaneya Çînê ya li Houstonê dabû, Çînê jî ragihandibû ku ew dê bersivê bidin.

Hat ragihandin ku îro beyaniyê hikûmeta Çînê bi fermî konsulxaneya Amerîka ya li bajarê Chengduyê ragirt û dest danî ser avahiya konsulxaneyê.

Wezareta Derve ya Çînê ragihand, konsûlxaneya Amerîkayê bi fermî dewrî rêveberiya Çînê hatiye kirin ku ev biryar piştî Amerîkayê 72 saet mohlet dabû konsûlxaneya Çînê ya Houstonê were valakirin hat.

Derbarê mijarê de rêveberiya Amerîkayê da xuyakirin ku ew bi vê biryara Partiya Komunîst a Çînê gelekî xemgîn bûn û ew dê hewl bidin bi nûnertiyên xwe yên din ên li Çînê alîkariya hemwelatiyan bikin.