Çînê, ji bo agirbestê dest bi gesta Rojhilata Navîn kir

23 October 2023 14:30 0 dîtin
Çînê, ji bo agirbestê dest bi gesta Rojhilata Navîn kir

PeyamaKurd- Ji qada dîplomasiyê ya Çînê hat ragihandin ku ji bo ku şerê li herêmê bi dawî bike, Çînê serdaneke nûnerê xwe ji bo Rojhilata Navîn organîze kir. 

Li gorî hat ragihandin, Balyoz Zhai Jun ku dixwaze bi serdaneke taybet here Îmarat, Erebîstana Siûdî, Urdun û welatên din, ji îro pê ve dest bi serdanên xwe kir.

Balyozê ku dawiya hefteyê beşdarî civîna aştiyê ya li Urdunê bû got ku "Ez herî dawî çûm Qeter, Misir û civîna navneteweyî ya ku li Qahîreyê hat lidarxistin. Di nav welatên ku ez ê biçimê Îmarat, Erebîstana Siûdî, Urdun û welatên din ên li Qahîreyê hene. Rageşiya li Rojhilata Navîn, mijarên min ên bidawîkirina şer û banga agirbestê ne.”

Rayedarên Çînê ku li dijî hemû tundiya li ser sivîlan e, got ku divê ji tevgerên ku qanûnên navneteweyî binpê dike, xwe dûr bigirin. Her wiha bang li hemû aliyan hat kirin ku bi nermî tevbigerin û hat diyarkirin ku vî şerî, rê li peymanên siyasî digire.