Civata Wezîran serdana sanda hikûmetê bo Bexdayê dinirxîne
PeyamaKurd – Di civîna îro ya civata wezîran de, behsa serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê tê kirin.
Civata Wezîran îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive. Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî jî beşdarî civînê dibe.
Xala sereke ya civînê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo gotûbêjkirina projeyasaya neft û gazê ye.
Herwiha tê çaverêkirin, di civînê de pêşnûmeya rêziknameya derbarê kesên xwedî pêdiviyên taybet were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin