Civîna NATOyê, di roja duyem de dewam dike
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Wezîrên Berevaniyê yên Welatên NATOyê, dê di roja duyemîn a civînê de piştgiriya ji bo Ukrayna, rêgirtin, parastin û mîsyonên NATOyê yên li Kosova û Iraqê gotûbêj bikin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, beriya Civîna Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê yên li paytexta Belçîkayê Brukselê, daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê.
Stoltenberg bal kişand ser mijarên ku dê di civînê de bên nirxandin û got, “Em ê di civîna wezîrên xwe yên berevaniyê de li ser mijarên cuda gotûbêjan bikin, di nav de çawaniya piştgiriya Ukraynayê, rêgirtin, parastin, mîsyonên NATOyê yên li Kosova û Iraqê hene.”
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Austin jî got, "Ev yekemîn civîna me ya wezîran e ku piştî civîna bilind a li Vilniusê tê lidarxistin. Ez difikirim ku di vê civînê de dê derfeteke me ya mezin hebe ku em li ser çawaniya pêkanîna biryarên ku rêberên me li Vilniusê dane, kar bikin.
Em li ser xurtkirina berevanî û rêgirtinê ya NATOyê berdewam in."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin