Civîna NATOyê ya wezîrên bergiriyê destpêkir

03 October 2018 19:36 0 dîtin
Civîna NATOyê ya wezîrên bergiriyê destpêkir

PeyamaKurd- Civîna wezîrên bergiriyê yên NATO yê destpêkir û ewilî bi sedema ku endamtiya Gurcistanê di rojevê de ye, komisyona Gurcistanê qebûl kirin.

Endamên NATO yê yên ku komisyona Gurcistanê qebûl kirin, wê li ser qebûlkirina endamtiya Gurcistanê jî hevdîtinan bikin. Di destpêka civînê de sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg axifî û got ku di civîna tebaxê ya mezinên NATO yê de, endam ferq kirin ku endamtiya Gurcistanê girîng e. Hem wê niqaşê li ser amadekariya tetbîqata NATO yê ya ku di adara pêşiya me de bêkirin, bikin.