Civîna Wezîrên Derve yên NATOyê wê îro destpê bike

28 November 2023 11:34 0 dîtin
Civîna Wezîrên Derve yên NATOyê wê îro destpê bike

PeyamaKurd – Wezîrên derve yên welatên endamên NATOyê wê werin ba hev û mijarên wekî rewşa Rojhilata Navîn û Xezzeyê, Şerê Ukrayna-Rûsya û Balkanan gotûbêj bikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê ku wê di 28-29ê Mijdarê de li navenda NATOyê ya li Brukselê bê lidarxistin, ji rojnamevanan re axivî.

Stoltenberg got, di civîna du rojan de wezîr dê gelek mijarên wekî Ukrayna, Çîn, Balkan, Rojhilata Navîn, guherîna avhewayê, kontrolkirina çekan, pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê gotûbêj bikin û diyar kir, Encumena NATO-Ukraynayê wê yekem car li ser asta wezîrên derve bicive.

Herwiha eşkere kir, Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba wê beşdarî civînê bibe û piştgiriya dirêj a NATOyê ji Ukraynayê re were piştrastkirin.