Civîna Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî destpê kir
PeyamaKurd – Li Tehranê civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê yê nû Îbrahîm Reîsî de destpê kir.
Di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî de pêwendiyên navbera Hewlêr û Tehranê tên gotûbêjkirin.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwaz Fayiq, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kuyistan Mihemed û Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Mihemed Heme Seîd wek şanda Herêma Kurdistanê di civînê de amade ne.
Nêçîrvan Barzanî roja Pêncşemê 5ê Tebaxa 2021, bi mebesta beşdariya di merasîma sûndxwarina Îbrahîm Reîsî de serdana Tehranê kir û li Balafirxaneya Navdewletî ya Mehrabadê, ji aliyê beşek dîplomatên diyar ên Îranê yên peywendîdar, bi dosyeya navçeyê ve hate pêşwazîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin