Civîna wezîrên Tirkiye û Sûriyê; li Idlib, Bab, Cerablus û Ezazê hate protesto kirin

30 December 2022 22:29 0 dîtin
Civîna wezîrên Tirkiye û Sûriyê; li Idlib, Bab, Cerablus û Ezazê hate protesto kirin

​​​​​​​PeyamaKurd – Li bajar û bajarokên di bin kontrola hêzên opozîsyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê de, hevdîtina Moskowê ya Wezîrên Tirk û Sûriyê bi xwepêşandanan hat protesto kirin.

Li gelek bajarên ku kontrola komên çekdarên opozîsyonê yên girêdayî Tirkiyê, li dijî asayîkirina pêwendiyên hikûmeta Tirkiye û rejîma Esed û hevdîtina Moskowê ya çend roj berê, xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Li gorî zanyariyan xwepêşandan li Idlib, Ezaz, Mari, Soran, Exterîn, Qebasîn, Bab, Cerablus û gelek deverên din hatine lidarxistin û diruşma, “Em ê bimrin û bi Esed re li hev nayên” hatine gotin.

Herwiha civîna ku di navbera wezîrên berevaniya Tirkiye û hikûmeta Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê li Mosukowê hatibû kirin, di xwepêşandanan de hat şermezarkirin. Xwepêşander dibêjin, “Ev civîn li ser xwîna bi milyonan hatiye lidarxistin”.